Katalonya ji bo hilbijartina pêswext ya parlementoyê biryarê da
PeyamaKurd – Hukumeta xweser ya Katalonyayê ji bo 12ê Gulanê biryara kirina hilbijartina pêşwext da. Biryara hilbijartinê ji bo budça sala 2024an di parlementoya Katalonyayê de nehat qebûlkirin hat dayîn. Wê Partiya Sosyalîst ya ku serxwebûna Katalonyayê naxwaze, bikeve hilbijartinê.
Îspanya bi monarşiya parlementer ya ku bi 17 herêmên otonom tê îdarekirin bi rê de dimeşe. Serokwezîrê hukumeta Katalonyayê û serokê partiya ERCê Pere Aragones li ser neqebûlkirina budça sala 2024an ya Katalonyayê qebûl nekirin, partiyên parlementoya Katalonyayê bi ‘reva ji berpirsiyariyê’ navand û got:
“Ji bo têkoşîna bi hişkesaliyê re ya bi miqdarê 1 milyar Euroyê qebûl nekirin. Ji bo veqetandina xizmeta seha tenduristiyê re ji bo 1 milyar 400 milyon Euroyê gotin; na. Ji bo rakirina astengiya li ber xebatê re gotin; na. Me dixwest heya dawiya vê salê wezîfa xwe bimeşînin lê ew pêl xettên me yên sor kirin û nehiştin em bixebitin.”
Aragones, wê di hilbijartinên 12ê Gulanê de car din bibe berbijêrê serokê ERCê û weha dewam kir:
“Wê Katalonî di 12 ê Gulanê de yekî bibjêrin. Ya wê bi kesên ku her wext li pêşiya xwe dinêre û dibîne re bibin yek an wê bi kesên ku modela kevin qebûl dikin re bibin yek.”
Di parlementoya Katalonya de li gor encama hilbijartinê di parlementoyê ya sala 2021an de, 33 parlementerên ERCê hene ku layangirên serxwebûnê ne û 31 parlementerên partiya ‘Ji bo Katalonya Yekîtiyê’ hene ku ne terefdarê veqetandinê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin