Serokwezîrê Îngîltere Starmer: Pêwiste li Sûriyê li ser bingeha hûqûqê hukumet ava bibe

18 December 2024 22:26 0 dîtin
Serokwezîrê Îngîltere Starmer: Pêwiste li Sûriyê li ser bingeha hûqûqê hukumet ava bibe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer ragihand ku divê li Sûriyê li ser bingeha hûqûqê hukumet ava bibe û roxandina rejîmê bi dilxweşî bê qebûlkirin.

Keir Starmer, balê kişand ser hilweşandina rejîmê û got ku piştî guherîna rejîmê, di mijara rêvebiriya ku bê de, divê mirov bi hezir tevbigere.

Starmer, ragihandina xwe di parlementoya Îngîltere, di civîna bi navê ‘Pirsên ji bo Serokwezîr’ de kir. Di dewama axaftina xwe ya di parlementoyê de weha dewam kir:

“Îngîltere roleka girîng ya di mijara dagera xelkê Sûriyê yên ji ser warên xwe rabûne, girtiye ser xwe. Di civîna G7an de em li ser avakirina hukumeteka li Sûriyê ya li ser bingeha hûqûqa navdewletî û ya rêz li mafên mirovî yên navdewletî bigre û hukumetekî ku temamê hemwelatiyên Sûriyê biparêze, axifîn. Ev mijar ji bo civaka navdewletî hedefekî gelek girînge.”