Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastiyan Kurz îstîfa kir

09 October 2021 23:04 0 dîtin
Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastiyan Kurz îstîfa kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastiyan Kurz bi sedema lêpirsîna gendeliyê di derbarê wî de hatiye kirin, ji serokwezîrtiyê îstîfa kir. Serokê partiya Gel Sebastiyan ragihand ku hevkarê wan Partiya Kesk naxwaze bi wî re koalîsyonê dewam bike lê ji ber pandemiyê, rewşa aboriyê û ji bo biryarên hatine dayîn bên bicîhanîn, pêdiviya welat bi îstîqrarê heye.

Kurz, piştî îstîfa kir ji bo li şûna wî serokwezîrtiyê bike wezîrê karên derve Alexander Schallenberg pêşniyar kiriye. Kurz ragihand ku Schallenberg siyasetvanekî girînge û ew bi xwe, wê wezîfa xwe ya serokatiya partiyê û serokatiya meclisê dewam bike.

Serokê Partiya Kesk Werner Kogler do ragihandibû ku naxwazin bi Kurz re koalîsyona xwe dewam bikin û xwestine ku ji bo serokwezîrtiyê yekî dinê pêşniyar bike.