Serokwezîrê Gurcistanê Garibasvili îstîfa kir

30 January 2024 00:00 0 dîtin
Serokwezîrê Gurcistanê Garibasvili îstîfa kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Gurcistanê İrakli Garibaşvili dev ji karê xwe yê serokwezîrtiyê berda. Serokwezîr ragihandina xwe li payîtexta Gurcistanê li baregeha hukumetê di civîna çapemeniyê de kir. Garibaşvili got ku 3 sal berê cara duyem bûye serokwezîr û weha dewam kir:

“Min bi niyeta baş ji welatê xwe re xizmetê kir. Min bê tawîz berjewendiya welat û milletê xwe parast. Di vê dewrê de ew encamên ku min bi hevalên xwe re bidest xist, ez bi wan serbilindim.

Garibaşvili, cara duyem di 22 Sibat 2021an de bû bû serokwezîrê Gurcistanê.