Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze seredana Îlham Aliyev kir

16 March 2024 18:18 0 dîtin
Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze seredana Îlham Aliyev kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev li Bakuyê serokwezîrê Gurcistanê İrakli Kobakhidze qebûl kir. Piştî hevdîtinê Aliyev û Kobakhidze derketin ber çapemeniyê û got ku her dû welat daîma bi hev re ne. Li gor ragihandina serokkomariya Azerbeycanê Aliyev û Kobakhidze hevdîtina duqolî û heyet jî di nav xwe de hevdîtin kirine. Aliyev got:

“Bi sed salaye em her dû millet bi cîrantî li rex hev dijîn, têkiliyên me saxlemin. Azerbeycan û Gurcistan bi xebatên hevpar aboriya xwe pêş xistin û di ser de jî li herêmê û Awrasyayê jî bûn du welatên girîng. Projeyên me yên hevpar yên enerjiyê û gihandinê ji bo gelek dewletan girîng e. Em ê ber bi vê ve pêngavên hevpar bavêjin. Bi taybetî di seha gihandinê de avahiyên bingehîn yên nûh wê ji bo gelek welatan pêşî li derfetan veke.

Wê rêya hesin ya Baku-Tiflis-Karsê çend meh di şûn de bi firehkirinê ve dê temam bibe. Wê kapasîta xeta trênê ji milyon tonekî derê 5 milyon tonan.”

Aliyev her weha behsa korîdora xazê ya başûr kir ku bi hewlên Azerbaycan, Gurcistan û Turkiyê bûye û weha dewam kir:

“Welatên ku xaza Azerbeycanê dikirin jimara wan giha 8an û wê di nêz de jimara wan zêde bibe. Li Ewrûpayê jî daxwaza xazê heye. Hem enerjiya me heye û hem derfetên veberhênanê hene. Dostê me Gurcistan xwediyê derfetên buhirê ye. Wê projeyên me yên enerjiyê bike ku ewlehiya enerjiya gelek welatan temîn bibe. Em amade ne bi Gurcistanê re hevkariya pêştir bixin.”

Serokwezîrê Gurcistanê Kobakhidze jî sipasiya Aliyev kir û ragihand ku her wext destekê dide yekîtiya axa Azerbeycanê. Kobakhidze weha dewam kir:

“Ji bo rojên pêşiya me planên me yên mezin hene. Min bi birêz Aliyev re gelek projeyên ku em ê bikaribin bikin muzakere kir. Di seha enerjiyê û gahandinê de qeweta me heye. Wê xebatên me dewam bikin. Em made ne hevkariya xwe pêş bixin.”