PDK: ‘Li Kerkûkê bi deh hezaran dengdêran nekarî deng bidin'
PeyamaKurd – Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê Saman Reşîd ragihand ku bi hezaran dengdêrên PDKê nekarîne li Kerkûkê dengê xwe bidin.
Saman Reşid, da zanîn ji ber ku ji mafê dengdanê mehrûm hatine hiştin bi hezaran dengdêran li Kerkûkê nekariye biçin ser sindoqan û wan di vê derbarê de giliyê xwe li saziyên pêwendîdar kiriye.
Reşîd got, “Doh ji demjimêr 12:00 ve makîneyên dengdanê nexebitîne û bi vî awayî jî bi deh hezaran dengdêr nekarîne dengê xwe bidin ku proseya dengdanê pir hêdî hatiye encamdan.”
Herwiha berdevkê PDKê bang li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan jî kir ku bi awayekî bêalî giliyên hatine kirin binirxîne. Hilbijartinên parêzgehên Iraqê û deverên Kurdistanî doh 18ê Kanûnê hatibûn kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin