Li Îranê % 41ê dengdêran tevlî hilbijartinan bûn

02 March 2024 21:00 0 dîtin
Li Îranê % 41ê dengdêran tevlî hilbijartinan bûn
PeyamaKurd – Li Îranê di hilbijartina meclisa Şûrayê û meclisa nûneran de hilbijêr gelek kêm tevlî hilbijartinan bûn û nisbeta tevlîbûnê di %41an de ma. Li Tehranê %25ên hilbijêran tevlî hilbijartinan bûn. Li seranserê Îranê 25 mîlyon hilbijêr dengên xwe bikaranîn.
Li seranserê Îranê 61 milyon hilbijêr hene û tenê 25 milyon tevlî hilbijartinan bûn. Li eyaleta Qûmê %49,7, li Îlamê %55, li Sîstan-Belûcistanê % 43, li Rezewî Xorasanê % 40, li Loristanê % 47 tevlî hilbijartinan bûn. Hilbijartin 16 seet dewam kir.
Li Îranê herkesê bixwaze nikare bibe namzed û di derbarê wan de lêpirsîna ewlehiya Îslamiyan têkirin. Partiyên Kurdistanê, Belûcistanê, Sîstanê û Azerbeycanê nikarin tevlî hilbijartinan bibin ji ber desthilat wan xaîn ragihandiye û nahêle bibin partiyên qanûniya wan.