Mîr Hazim daxwaz ji Ezdîyan kir: Tevlî hilbijartinan bibin

17 December 2023 21:58 0 dîtin
Mîr Hazim daxwaz ji Ezdîyan kir: Tevlî hilbijartinan bibin

Peyama Kurd - Mîrê Ezdîyan Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg, ji bo hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê, daxwazê ji Kurdên Ezdî kir ku bi girseyî beşdarî van hilbijartinan bibin da ku gelek nûner hebin û bikaribin mafê Ezdîyan biparêzin.

Mîr Hazim bang li cemaeta Ezdî kir û got: “Ev neh sal in ku gelek Ezidî di kampan de dijîn û tevlîbûna wan a bi rêjeyeka zêde, di hilbijatinan de wê bibe sedema xêr û guhertinan ji bo wan.”

Sibê ( 18ê Kanûna 2023yan) wê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê pêk bê. Tê payîn ku di vê hilbijartinê de zêdetirî 16 milyon kes deng bidin.

Komisyona Hilbijartinê ya Îraqê ji bo vekirina 7.765 navendên dengdanê amadekarî kirine ku dike  48.040 westgehên dengdanê.

Li gor daneyên Komisyona Bala ya Hilbijartinên Îraqê, ji bo hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê, wê navendên dengdanê û westgeh ji aliyê karmendên dewletê, xwendekarên zanîngehan û derçûyên zanîngehan ve bêne birêvebirin ku hejmara wan digihîje 214.595 kesan.

Komisyona Bala ya Hilbijartinê ya Îraqê, di 31ê Cotmehê de ragehand ku ji bilî 357 namzedên ku namzedîya wan hatiye redkirin, wê 5.915 namzed di hilbijartinên civatên parêzgehan de pêşbirk bikin.

Ev hilbijartin tenê li parêzgehên Iraqê pêk tên, li yên Herêma Kurdistanêk pêk nayên.