PDK û YNKê helwesta xwe ya bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eskere kir

05 January 2022 16:27 0 dîtin
PDK û YNKê helwesta xwe ya bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eskere kir

PeyamaKurd – Şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) piştî civîna xwe ya îro 5ê Çileyê 2022yan li Silêmaniyê ragihandin ku divê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin.

Şandên PDK û YNKê îro Çarşemê li bajarê Silêmaniyê bi rojeva hilbijartinên parlementoya Kurdistanê civînek li dar xistin.

Piştî civînê, PDK û YNKê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin, divê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di dema xwe de bê kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de herwiha hat gotin, ji hefteya bê şûnde wê civînên wan berdewam bibin û amadekariyên niştimanî ji bo hilbijartinên parlementoyê bên kirin.