Goran helwesta xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eskere kir
PeyamaKurd - Tevgera Goran helwesta xwe ya bo lidarxistina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir û diyar kir, divê hilbijartin di dema xwe de bê kirin.
Hat ragihandin ku îro Duşemê şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê bi berpirsên Tevgera Goran re li Hewlêrê civiyaye û mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.
Berpirsê odeya parlamentoyê yê Tevgera Goran Kardo Mihemed, piştî civînê diyar kir ku ji aliye yasayî ve serokatiya Herêma Kurdistanê ji diyarkirina roja hilbijartinên parlamentoyê re berpirs e û wiha axivî: “Tevgera Goran pêwîst dizane ku hilbijartin di dema xwe de bê kirin, lê yasa divê di xizmeta bihêzkirina parlamento û hilbijartineke paqij û şefaf de be.”
Berpirsê Goran herwiha got: “Divê yasaya hilbijartinê bi awayekî be ku xelk û kesên xwedî biryara siyasî bêne nav Parlamentoyê û parlamento bihêz be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin