PDKê bang li Kurdên Kerkûkê kir navên xwe ji bo hilbijartinan tomar bikin
PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bang li kurdên Kerkûkê kir ku herin navê xwe tomar bikin da ku di hilbijartinan de mafê wan neyê xwarin.
Cîgirê serokê encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyan Diyarî Hisên ji malpera fermî ya PDKê re da xuyakirin, PDK her dem ligel kurdên Kerkûkê ye û her gava ew bikevin tengaviyê, diçe alîkariya wan.
Diyarî Hisên da zanîn, çend roj berê rêveberiya sepandî ya Kerkûkê dixwest 250 malbatên kurd ji malên wan derxîne lê PDKê bi rêya parlementerên xwe yên li Bexdayê pêşiya vê yekê girt û ew arîşe çareser kir.
Berpirsê PDKê bang li kurdên Kerkûkê jî kir, herin navê xwe tomar bikin da ku di hilbijartinan de mafên kurdan neyên xwarin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin