Pêla germa zêde pistî 2 rojan terka Kurdistanê dike

01 July 2021 20:02 0 dîtin
Pêla germa zêde pistî 2 rojan terka Kurdistanê dike

PeyamaKurd - Rêveberiya rewşa hewayê ya Herêma Kurdistanê ragihand, pêla germa zêde ya ku ev çend roj in dest pê kiriye, wê du rojên din jî berdewam bike.

Li seranserê Herêma Kurdistanê û Iraqê pêleke germê ya zêde hatiye ku pileya germê 50 dereceyan derbas dike. Ji ber germa zêde li 7 parêzgehên Iraqê jî hefteyekê betlaneya fermî hatiye ragihand.

Rêveberiya rewşa hewayê ya Kurdistanê jî ragihand ku îro germtirîn bajar Xaneqîn bû û pileya germayê 49 derece bû. Hêniktirîn cih jî Kanî Masê bû ku pileya wê 22 derece bû.

Rêveberiya rewşa hewayê da xuyakirin ku pêla germê wê heta roja şemiyê (3 Tîrmehê) dewam bike û piştre kêm bibe.