Pêla tozê tê Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd - Pisporên keş û hewaye ragihandin ku wê pêleke tozê bê Herêma Kurdistanê.
Pisporê Keş û Hewayê Aras Cebar da zanîn ku wê pêleke tozê bê Herêma Kurdistanê û got ku ev pêla tozê bi taybetî li herêmên Germiyan û Kerkûkê bêtir be û hişyarî da gelê Herêma Kurdistan ku xwe ji bandora neyînî ya vê pêla tozê biparêze.
Pispor Aras Cebar ragihand ku ji ber çalakbûna bayê başûr û başûr-rojhilat, wê pêla tozê li herêma başûrê Germiyê rakeve asta herî bilind.
Cebar got: "Tê pêşbînîkirin ku wê ba, tozê li piraniya navçeyên Germiyan, Kerkûk, rojavayê parêzgeha Silêmaniyê û navenda parêzgeha Hewlêrê bigre.
Aras Cebar her wiha da zanîn ku li herêmên Germiyan û Kerkûkê, wê li gel tozê ewr jî hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin