PENa Kurd: Rejîm dixwaze tola serhildana seranserê Îranê ji Kurdan hilîne
PeyamaKurd - Komîteya Rêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd li ser êrîşên Îranê yên ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji Kurdan hilîne.”
Komîteya Rêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd li ser êrîşên Îranê yên dijî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Pergala dîktator a Îranê wek her carê hewl dide ku bi rêya Kurdistanfobîtiyê raperîna Kurdan li ber çavên gelê Fars û gelên din ên Îranê reş bike, wek cudakar û terorîstên ku Îranê parçe dikin nîşan bide, ji bo vê jî êrîşî Kurdan dike. Dixwaze bala gelên din ji raperîna şoreşê dûr bixe û pêşî li tevlîbûna gelên din a ji bo têkoşîna şoreşê bigire.”
Herwiha hat diyarkirin, “Bi vê armancê, herî dawiyê 28ê Îlonê dewleta Îranê êrîş bir ser Başûrê Kurdistanê û di encamê de zarok û jin jî di nav de gelek Kurd, bi awayekî hovane hatin qetlkirin, gelek kes hatin birîndarkirin û rojnameger Soran Kamêran jî bi xedarî birîndar bûye.
Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji Kurdan hilîne.”
Di dawiyê de bangewazîyek hat kirin û wiha hat gotin: “Her wiha em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya Kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin