Rejîma Îranê cezayê darvekirinê ji bo stranbêj, bestekar û rapbêjê Kurd dixwaze
PeyamaKurd – Stranbêj, bestekar û rapbêjê Kurd Saman Yasîn (Seydî) bi îdiaya “Şerê li dijî Xwedê” ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê jê re tê xwestin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirova ya Hengaw diyar kir, Saman Yasîn ê 27 salî di danişîna 29ê Cotmehê ya li Tehranê de di îdianameya ku dozgeriyê amade kiribû de bi sûcê “Moharebe” (şerê li dijî Xwedê) tê sûcdarkirin.
Herwiha dadgehkirina hunermend di televîzyona dewleta Îranê de hat weşandin. Di dîmenan de tê dîtin ku dadgeh tenê 10 deqîqeyan berdewam dike.
Li gor zanyariyan, roja 2ê Cotmehê stranbêj, bestekar û rapbêjê Kurd Saman Yasîn ku bi navê Seydî yê xelkê Kirmaşanê tê naskirin, bi hinceta ku piştgirî daye xwepêşandanên li mala xwe ya li Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyî yên Îranê ve hatibû revandin.
Hat zanîn ku Saman Yasîn di dema desteserkirinê de rastî îşkenceyên giran ên derûnî û fîzîkî hatiye.
Saman Yasîn di stranên protest ên Kurdî û Farisî de, mijarên wekî bêkarî û zilma dewletê ya li ser gel cih digre dibêje.
Herwiha rapvanê Kurd herî dawî li ser rûpela xwe ya Instagramê bi weşandina gotar û çîrokên curbicur piştgirî da serhildana giştî ya li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin