Sine | Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da girtiyekî endamê PDKÎyê
PeyamaKurd - Dadgeha rejîma Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, girtiyekî siyasî yê kurd bi sizayê darvekirinê ceza kir.
Malpera Mafên Mirov Hengawê ragihand, dadgeha bajarê Sine fermana mirinê bi ser girtiyê kurd Saman Kerîmî de sepand.
Li gorî agahiyan, tohmeta wî girtiyê kurd ew e ku endamê PDKÎ bûye û ji bilî sizayê îdamê, 13 sal jî zîndan bi ser de hatiye sepandin.
Girtiyê Kurd yê cezayê darvekirinê li ser hatiye sepandin, xelkê gundekî bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye û meha Gulana 2018 hatibû girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin