Penaberên Kurd ên deportî Sûriyê kiribûn bi alîkariya ofîsa Serokwezîr vedigerin
PeyamaKurd – Penaberên Kurd ku ji Tirkiyê deportî Sûriyê hatibûn kirin, bi alîkariya ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sibê vedigerin Herêma Kurdistanê.
Çavkaniyekî agahdarê dosyeya penaberan daye zanîn; ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser xetê bû ji bo çareseriya vê kêşeyê û di encamê de karîne vê kêşeyê çareser bikin û wan penaberên Kurd vegerînin Herêma Kurdistanê.
Çavkaniyê diyar kiriye; Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêkarên pêwîst pêk anîne û hewldanên xwe zêde kirine ji bo gihîştina çareseriya kêşeya wan penaberan.
Hejmara penaberan 57 kes in û xelkê Herêma Kurdistanê ne, piştî ku li Tirkiyê hatibûn desteserkirin, ji ber ku gotibûn ji Sûriyê reviyane, rayedarên Tirkiyê ew deportî Sûriyê kiribûn.
Penaberên Kurd li devera Ezaz a ser bi parêzgeha Helebê ya li bakurê Sûriyê û li ser sînorê Tirkiyê desteserkirî ne û di bin desthilata kom û milîsên çekdar de ne, ku girêdayî Tirkiyê ne û wê deverê îdare dikin.
Ezaz yekane pêgeha wan çekdaran e ku di van 11 salên borî de her du beşên bakurê rojhilatê Sûriyê û rojavayê wê ji hev vediqetîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin