54 penaberên li Sûriyê asê mabûn êvarê digihin Kurdistanê
PeyamaKurd - Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku 54 ciwanên ji Herêma Kurdistanê ku li Sûriyê asê mabûn, îro êvarê digihin Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ê Kurdistanê.
Li gorî nûçeya K24ê fermangehê spasiya Wezareta Navxwe û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê kir ku alîkar bûne di piştrastkirina navên wan penaberên Kurd de û erkê veguhestina koçberan girtin ser xwe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi alîkarî û hewldanên ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 54 penaberên Kurd ku ji Tirkiyê deportî Sûriyê hatibûn kirin vedigerin Herêma Kurdistanê.
Hat diyarkirin ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser xetê bû ji bo çareseriya vê kêşeyê û di encamê de karîn vê kêşeyê çareser bikin û wan penaberên Kurd vegerînin Herêma Kurdistanê.
Herwiha Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rêkarên pêwîst pêk anîne û hewldanên xwe zêde kirine ji bo gihîştina çareseriya kêşeya wan penaberan.
Hejmara penaberan 54 kes in û xelkê Herêma Kurdistanê ne, piştî ku li Tirkiyê hatibûn desteserkirin, ji ber ku gotibûn ji Sûriyê reviyane, rayedarên Tirkiyê ew deportî Sûriyê kiribûn.
Penaberên Kurd li bajaroka Ezaz a parêzgeha Helebê ya li bakurê Sûriyê dimînin ku li ser sînorê Tirkiyê desteserkirî ne û ew dever di bin desthilata kom û milîsên çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin