Yekîtiya Ewrûpayê 2 miyar Euro soz da penaberên Sûriyê
PeyamaKurd – Li payîtexta Beçîkayê li Brukselê konferansa 8em ya Sûriyê û dahatûya herêmê pêk hat û ji bo koçberên Sûriyê 2 milyar Euro pere hat veqetandin ku yek milyar jê ji bo yên Tirkiyê hat veqetandin.
Nûnerê bilind yê YE Josef Borrell got ku YE ji bo Sûriyeyiyan 2 milyar Euro pere hatiye veqetandin, 560 milyon Euroyê wê ji bo salên 2024 û 2025an ji bo Sûriyeyiyên li Lubnan, Iraq û Urdun û 1 milyarê wê ji Sûriyeyiyên li Tirkiyê hatiye veqetandin. Borrell got ku ev miqdar ne bese û divê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê zêdetir bixebitin û weha dewam kir:
“YE dixwest ku her wext koçberên Sûriyê karibin bi serbilindî dagerin welatê xwe lê niha ew şertên dagerê tinene û di mijarê de em bi NY re hemfikrin.”
Borrell, di konferansa ku wezîrên welatên Ereb û yên YEyê gihandiye hev de got:
“Em bende ne ku hevkarên me bi zorê penaberan neşînin welatê wan, li gor qaîdeyên huquqa navdewletî tevbigerin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin