Pentagon: Hebûna leskerên Amerîkî nikare rê li ber êrîsên Tirkiyê bigire
PeyamaKurd - Wezîrê Bervaniyê yê Amerîka (Pentagon) Mark Esper ragihand, hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê nikare rê li ber êrîşên Tirkiyê bigire.
Mark Esper ji CBS a Amerîkî re ragihand, ew bi berpirsên Tirkiyê re axivîne û ji wan re zelal bûye ku Tirkiye li ser dagîrkirina rojhilatê çemê Firatê rijd e, tevî ku hêzên Amerîkî hebin jî.
Mark Esper got, heger hêzên Amerîkî li wê deverê mabin jî Tirkiyê dê dest bi operasyona xwe kiriba.
Esper destnîşan kir, ew naxwazin tevlî şerekî nû li Rojhilata Navîn bibin û naxwazin tevlî şerê di navbera Tirkiye û Kurdan bibin ku ev dused sal in ew şer hev dikin.
Wezîrê Bervaniya Amerîkayê doh 13ê Cotmehê ragihandibû, Serokê Amerîka biryara vekişîna hezar leşkerên Amerîkî ji Sûriyê daye, lê ew niha nikarin nexşerêyekê bo vekişandina wan deynin, ji ber ku rewş her dem diguhere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin