Pentagon: Valahiya ewlehiya deverên Kurdistanî histiye ku DAISê bihêz bibe
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) rapora xwe ya ewlehî, siyasî û şerê dijî DAIŞê ya 3 mehên destpêka sala 2020an belav kir.
Pentagonê di raporê de bal kişand ser valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane û destnîşan kir, li wan deveran DAIŞ careke din bihêz bûye.
Di rapora Pentagonê de hat gotin ku li navçeyên dorûberên Mexmûr û çiyayê Qereçoxê, Hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê digel Hêzên Pêşmerge ji bo paqijkirina wan navçeyan ji çekdarên DAIŞê kar dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin