Pentagonê bersiva Erdogan a girtina Încirlikê da…

16 December 2019 15:20 0 dîtin
Pentagonê bersiva Erdogan a girtina Încirlikê da…

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê girtina baregehên Încîrlik û Kurecikê yên li Tirkiyê ku hêzên Amerîkî tê de dimînin, ji Pentagonê daxuyanî hat.

Erdogan gotibû, "Ger dema wê hat, emê rûnin bi heyetên xwe re çi pêwîst be bikin û pêwîst bike emê Încîrlikê jî bigirin, Kurecikê jî bigirin.”

Li gorî nûçeya Spûtnîkê ku dispêre rayedarekî Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) rayedarên Amerîkî hewil didin pêwendiyên ligel Tirkiyê biparêzin û bikevin dîyalogê.

Rayedarê Pentagonê gotiye, ew Tirkiyê derbarê S-400an û Sûriyê de teşwîqî polîtîkayên çêker dikin û hewil didin dîyalogê bi wan re bikin.

Wî rayedarî herwiha destnîşan kiriye ku Tirkiye hevpeymana NATOyê û ya stratejîk e bo Amerîkayê û hêzên wan ên li baregehên Tirkiyê jî bi awayekî sembolîk di çarçoveya berpirsiyariya parastina wî welatî de li wir in.