Pentagonê cara ewil dîmenên UFOyan wesandin

28 April 2020 12:43 0 dîtin
Pentagonê cara ewil dîmenên UFOyan wesandin

PeyamaKurd – Di demeke ku hemû dinya di bin bandora koronayê de ye, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) dîmenên navgîneke hewayî ku cureya wê nehat naskirin (UFO) belav kir.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) dîmenên UFOyan belav kirin. Ev dîmen Hêzên Deryayî yên Amerîkayê di salên borî de di dema kar de tomar kirine.

Li gorî ragihandina Pentagonê dîmenên UFOyan di salên 2004 û 2005an hatine tomarkirin.

Berdevkê Pentagonê Sue Gough derbarê dîmenan de got, “Ji bo pêşî li ber famkirina xelet bigirin, em van dîmenan parve dikin. Em dixwazin dawî li nîqaşa ku ev dîmen rast in yan bînin. Piştî ku ev dîmen ji aliyê tîmên me ve hat kontrolkirin, derket holê ku di van vîdeoyan de naverokeke hesas nîne.”

Berdevkê Pentagonê her wiha da zanîn ku ji bo pîlotan rêbereke UFOyan hatiye amadekirin.

Hêjayî gotinê ye ku hin kopmaniyan di meha îlonê de hin dîmen parvekiribûn û ew dîmen rekora parvekirinê şikandibûn û gelek nîqaş li ser hatibûn kirin ka ev dîmen rast in ya na.