Pentagonê Îran hisyar kir: Em êrîsan qebûl nakin

25 August 2022 15:30 0 dîtin
Pentagonê Îran hisyar kir: Em êrîsan qebûl nakin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ve li ser êrîşên asîmanî yên li Sûriyeyê li dijî komên çekdar hatibûn kirin, daxuyanî hat dayîn û bi awayekî tund, hişyarî li Îranê hat kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Pentagonê Colin Kahl ve duh hatibû dayîn de hat eşkerekirin ku li ser êrîşên dawî yên Amerîkayê ku li dijî komên çekdar ên li Sûriyeyê hatibûn kirin, agahî hatin parvekirin.

Colin Kahl diyar kir ku ew ê bi awayekî xurt, hêzên xwe biparêzin û tekez kir ku li tu devereke cîhanê, ew êrîşên li dijî hêzên xwe qebûl nakin. Kahl di daxuyaniya xwe de got,

“Em di parastina hêzên xwe de sist nabin. Me bi operasyonên duh bişev û bi rêyên din, hişyarî da Îranê ku em êrîşên komên ji aliyê Îranê ve piştevaniya wan tê kirin, li ser hêzên xwe li tu devereke cîhanê û di nav de Sûriyeyê de jî qebûl nakin. Em di parastina xwe de sist nabin û em ê rêkarên din ên guncav bi kar bînin.”

Colin Kahl da zanîn ku wan nexwestiye di êrîşêan de kuştin çêbibe, lê wan xwestiye êrîş di wê astê de be ku ji bo êrîşa 15ê Tebaxê ya li Sûriyeyê ku li dijî hêzên Amerîkayê hat kirin, bibe hişyarî. Kahl diyar kir ku ji 11 hedefên hatibûn diyarkirin, 9 ji wan hatin bombekirin û ji ber ku li herdu cihên din mirov hebûne, êrîş li wan deveran nehatiye kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî duh êrîşên asîmanî yên Amerîkayê ku li Dêrezora Sûriyeyê kiribûn, şermezar kiribû û îdiayên ku ew kom ser bi Îranê ve ne yan jî Îran piştevaniyê dike, red kiribû.