Perînçek: Em ê ligel Erdogan û Bahçelî Tirkiyeyê bi rê ve bibin
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek, Di Civîna Giştî ya 11emîn a Partiya Vatanê de axaftina vekirinê kir û di axaftina xwe de bal kişand ser desthilatiya Tirkiyeyê û da zanîn ku ew dixwazin ligel Erdogan û Bahçelî desthilatdariya Tirkiyeyê bikin.
Dogu Perînçek, di axaftina vekirina civînê de li ser rewşa siyasî û hilbijartinên Tirkiyeyê axivî û wiha got:
“Em ê di vê hilbijartinê de gelê Tirkiyeyê li hember zehmetiyan rakin. Em ê ji nirx, hesta berpirsyariyê, zanebûn û ezmûna Birêz Recep Tayip Erdogan û Devlet Bahçelî sûdê werbigirin. Em ê ligel wan Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Em ne di wê ferasetê de ne ku hesûdiwa wan bikin.”
Her wiha hat ragihandin ku karsaz Ethem Sancak ê ku demek berê ji AK Partiyê îstifa kiribû û tevlî partiyê bûbû, ji bo Serokatiya Lijneya Giştî ya Partiya Vatanê hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin