Pêsengeha Pirtûkan a Silêmanî heta 23yê li benda pirtûkhezan e
PeyamaKurd – Di 235emîn salvegera avabûna bajarê Silêmanî de, Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ya Silêmanî hat vekirin.
Pêşengehê îro 14ê Mijdarê bi dirûşma, ‘Pirtûk ronahiya jiyanê ye’ dest pê kir û wê heta 23yê mehê deriyê pêşengehê ji pirtûkhezan re vekiribe.
Pêşengeha pirtûkan li avahiya Pêşengehên Navnetewî ya komelgeha Taslûce ya Silêmanî vebûye û wê her roj ji 10.00an heta saet 19.00ê êvarî vekirîbe.
180 navendên Çap û Weşanxaneyên ji welatên wekî Tunis, Erebîstana Siûdî, Îmarat, Sudan, Iraq, Îran, Tirkiye û welatên Rojava beşdariyê li pêşengehê dikin.
Pêşengeh bi sponsoriya Şîrketa Etlas Esîl û Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê hatiye vekirin ku dibin çavdêriya Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih de birêve diçe û wê rojane hejmarek çalakiyên kulturî yên wekî; semîner, panel û çalakiyên hunerî bên lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin