4. Pêsengeha Pirtûkan a Silêmanîyê rastî eleqeyeke mezin hat: Zêdetirî 500 hezar kes çûn serdanê

27 November 2022 12:24 0 dîtin
4. Pêsengeha Pirtûkan a Silêmanîyê rastî eleqeyeke mezin hat: Zêdetirî 500 hezar kes çûn serdanê

PeyamaKurd – 4emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navnetewî ku li Silêmaniyê ji 17ê Mijdarê ve dest pê kiribû, doh 26ê Mijdarê bidawî bû.

Hat ragihandin ku di nav 10 rojên vekirina pêşangeha pirtûkan a Silêmaniyê de zêdetirî 500 hezar kesan serdana pêşangehê kiriye.

Hat diyarkirin, di pêşengeha ku bi çavdêriya wezareta rewşenbîrî û ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin de, zêdetirî 200 weşanxaneyên navxwe û biyanî yên 20 welatan beşdarî kirine û bi milyonan pirtûk hatine pêşandan.

Li gorî amarên serdanan, zêdetirî 500 hezar kesan serdana pêşangehê kiriye ku ev hejmar du qatî serdanên sala borî ye.