Pêsangeha El-Cezerî li Diyarbekirê rastî eleqeyeke mezin tê
PeyamaKurd - Pêşangeha berhemên fîlozofê Kurd El Cezerî ku ji 25ê Adarê ve li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê hatiye vekirin rastî eleqeyeke mezin tê. Hat ragihandin ku di nav 3 rojan 30 hezar kesan serdana pêşengehê kiriye.
Di pêşangeha ku li Birca Bizînê ya Diyarbekirê hatiye vekirin de 25 berhemên El Cezerî têne pêşandan û wê heta 18ê Gulanê bidome.
Rêvebirên pêşangehê ragihandine ku di nav 3 rojên destpêkê de 30 hezar kesan serdana pêşengehê kiriye.
25 berhemên El-Cezerî di pêşangehê de têne pêşandan û ew berhemên mekanîk gelek balê dikişînin. Berhemên El-Cezerî ku ji sedsala 12an mane, îro jî pêşî li qada zanist a mekanîzmayê vedikin.
Rêveberên pêşangehê ragihandin ku armanca wan bi vê pêşangehê hem zêdekirina geştûguzariya Diyarbekirê ye hem jî ji bo ciwanan bibe qada sûdgirtinê da ku zanistên di rêya El-Cezerî de zêde bibin. Tê pêşbînîkirin ku heta 18ê Gulanê 400 hezar kes serdana pêşengehê bikin.
Bi navê rastî Îsmaîl Bîn er Rezzaz el Cezerî; di sala 1136an de li Cizîra Botan a Bakûrê Kurdistanê, li Taxa Torê ji dayîk bûye. Fîlozofê Kurd ji aliyê cîhanê ve wekî damezirînerê qada sîbernetîkê û zanist hatiye qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin