Parêzgarê Diyarbekirê xwedî li peykerên bûne mijara pêkenînê derket: Wekî wêneyê rastî ne!

11 May 2021 15:51 0 dîtin
Parêzgarê Diyarbekirê xwedî li peykerên bûne mijara pêkenînê derket: Wekî wêneyê rastî ne!

PeyamaKurd – Parêzgarê Diyarbekirê Munir Karaloglu ku li şûna şaredarê Diyarbekirê yê hilbijartî Selçûk Mizrakli wekî qeyûm hatiye danîn, li ser peykerên ku bûne mijara pêkenînê û dûrî çanda bajêr in daxuyanî da.

Di daxuyaniya xwe de Karaloglu xwedî li wan peykerên li derdora balafirxaneyê û çend deverên din hatine bicihkirin û bêhtirî 4 milyon lîre li wan hatiye xerckirin derket.

Karaloglu got ku zirara nîqaşên şeva borî yên li ser peykeran nîne û diyar kir, heger we peykerên hatine çêkirin bi wêneyên rastî re bidana ber hev wê yê bidîta ku wekî hev in.

Herwiha li ser bebeka nava zebeş jî Karaloglu got, bebekên hemû dinyayê wekî hev in û hemû dişibine hev.