Rapîrsîya Diyarbekirê: Dengên CHPê zêde bûne, yên AKP û HDPê kêm bûne...

01 January 2023 15:58 0 dîtin
Rapîrsîya Diyarbekirê: Dengên CHPê zêde bûne, yên AKP û HDPê kêm bûne...

PeyamaKurd – Kompaniya rapirsînan a bi navê Pusulayê rapirsîna xwe ya dawî ya 2022yan li Diyarbekirê encam da.

Li gorî encamên derketine holê, AKPê ji sedî 1,2 pûan HDPê jî ji sedî 1,7 pûan dengên xwe kêm kirine.

Di rapirsiya ku di navbera rojên 23-27ê Kanûna 2022yan de, li Diyarbekirê rûbirû bi 2 hezar û 811 kesan re hatiye encamdan de, dengê HDPê %63,8 derketiye ku HDPê sala 2018an %65,5 deng wergirtibûn.

Dengên AK Partiyê jî % 20,3 derketiye ku sala 2018an %21,5 deng li Diyarbekirê wergirtibûn.

Herwiha li gorî encamên rapirsîyê CHPê dengê xwe ji rêjeya %2,5 zêde kiriye û gihîştiye %4,7an.

Rêjeya dengên partiyên din jî wiha derketiye:

İYİ Parti: %3,2

Deva: %2,1

Gelecek: %1,8

Memleket: %1,7

MHP: %1,0