Rapirsî: Dengên CHPê zêde bûne, dengên Ak Partiyê kêm bûne
PeyamaKurd-Kompaniya Rapirsiyê ya Yoneylemê, rapirsiya xwe ya Gulana 2022yan eşkere kir. Rapirsiya ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiye kirin, nîşan dide ku dengên Hevpeymaniya Milet, ji dengên Tifaqa Cumhurê zêdetir bûne.
Kompaniya Yoneylemê, rapirsiya meha Gulanê, li 27 bajarên bakur û Tirkiyeyê kir û pirsên xwe ji 2 hezar û 400 kesan pirsî. Yoneylemê eşkere kir ku dengên AK Partiyê, li gorî Çileya 2021ê, 5 pile kêm bûne û dengên CHPê jî 3.5 pile zêde bûne.
Ji beşdaran hatiye pirsîn; “Heger niha hilbijartin çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kê?”
Li gorî encamên pirsan; ji % 37.5ê beşdaran gotine Hevpeymaniya Milet, ji %33.5 jî gotine Tifaqa Cumhur. Bi vî awayî Hevpeymaniya Miletê, bi 4 puanan li pêşiya Tifaqa Cumhurê xuya dike. Li gorî encamên rapirsiyê, ji %57,5ê xelkê dibêje; ‘Tirkiye baş nayê rêvebirin, ji %20ê xelkê jî dibêje; rêvebirin niha, ne baş e ne jî xirab e.’ Ji %21.2yê xelkê jî dibêje ku ‘Tirkiye baş tê rêvebirin.’
Ji beşdaran hatiye pirsîn; “Eger îro hilbijartin bê kirin, gelo hûn ê dengên xwe bidin Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan?”
Encamên rapirsiyê nîşan didin ku ji %54ê beşdaran gotine ‘Naxêr’ ji %30.9ê beşdaran jî gotine ‘Erê’ Hat ragihandin ku ji %59.8ê xelkê dixwaze pergala rêveberina Tirkiyeyê wekî berê bibe pergala parlamenteriyê û ji %30.9ê beşdaran jî piştgiriya pergala heyî kiriye.
Ji beşdaran hatiye pirsîn; “Gelo hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiya siyasî?” (Ev rêje ji bilî dengên kesên bêbiryar hatiye tekûzkirin)
Encamên rapirsiyê diyar dikin ku AK Partî ji %31.2, CHP ji %29.4, ÎYÎ Partî ji %12.3, HDP ji %10.3, MHP ji %7.4, DEVA ji %1.9 û Zafer jî ji %2.4ê dengan girtine.
Encamên rapirsiyê nîşan didin ku hilbijartin çêbibe, MHP ya ku dengên wê herî kêm in jî dê bendê derbas bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin