RAPIRSÎ | Dengên AKP û CHPê nêzî hev bûne…
PeyamaKurd - Kompaniya Rapirsî û Lêkolînên Civakî li Tirkiyê Areayê, encamên rapirsîya xwe ya dawî ya bo hilbijartinan eşkere kir.
Li gorî rapirsiya ku li hejmareke bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye encamdan, dengên Tifaqa Cumhur (AKP-MHP) %9 daketine û dengên Tifaqa Millet (CHP-IYIP û Saadet) jî %7 zêde bûne ku di rapirsiyê de derketiye holê ku dengên CHP û AKP nêzîkî hev bûne.
Rapirsîya Areayê li bajarên Stanbol, Tekirdag, Îzmîr, Bursa, Enqere, Edene, Kayserî, Samsun, Trabzon, Erzerom, Meletî û Diyarbekirê bi beşdariya 2 hezar kesan hatiye kirin.
Beşdaran bersiva pirsa, “Eger îro hilbijarinên parlamentoyê bên kirin, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” daye:
ÎYÎ Partî: %15.8
HDP: %10
MHP: %9
Partiya DEVA: %4
Yên din: %3.5
Herwiha di rapirsiyê de %70yê xelkê siyaseta hikûmetê ya aboriyê serkeftî nabîn û %55 jî sîstema hikûmeta serokomariyê serkeftî nabîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin