RAPIRSÎ | Cara yekem dengên CHPê ji yên AKPê derbas kir…

17 December 2021 21:17 0 dîtin
RAPIRSÎ | Cara yekem dengên CHPê ji yên AKPê derbas kir…

PeyamaKurd – Berpirsê Kompaniya Rapîrsî û Lêkolînên Civakî ya Avrasya Kemal Ozkîraz di weşana televizyoneke tirkî de encamên rapirsîya dawî ya bo hilbijartinên Tirkiyê hatiye encamdan belav kirin.

Li gorî encamên rapirsîyê ji 71ê beşdarên rapirsiyê li ser pirsa ‘Difkirim krîzeke cidî ya aborî heye?’ bersiva ‘Belê’ dane. Dîsa li ser pirsa ‘Gelo heger deshilatdarî biguhere wê aborî baştir bibe?’ jî ji sedî 65ê beşdarên rapirsiyê bersiva ‘Belê’ ji sedî 22 jî bersiva ‘Na’ dane.

Ozkîran li gorî sala borî zêdebûna ferqa encamên rapirsiyê jî bi zêdebûna nirxê dolar ve girêdaye.

Herwiha di rapirsiyê de ji sedî 69ê beşdaran daxwaza xwe ya hilbijartineke pêşwext aniye ziman.


Di rapirsiya Avrasyayê de pirsa ‘Heger hilbijartina pêşwext pêk were hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?’ hatiye kirin û ev encam derketine holê:

Bêyî dabeşkirina dengên bêbiryaran:

CHP 25,9

AKP 25

İYİ Parti 11,1

HDP 9,7

MHP 6

TİP 0,5

Demokrat Parti 0,5

Partiya Memleket 0,6

Piştî dabeşkirina bêbiryaran:

CHP 29,4

AKP 28,4

İYİ Parti 12,6

HDP 11

MHP 6,8

Partiya DEVA 5,8

Partiya Gelecek 2,4

Partiya Saadetê 1,4

Yên din: 2,2