Rapirsîya 5 mehan | Dengên HDPê neguherîne, ferqa navbera AKP û CHPê kêm bûye!

04 July 2022 20:42 0 dîtin
Rapirsîya 5 mehan | Dengên HDPê neguherîne, ferqa navbera AKP û CHPê kêm bûye!

PeyamaKurd – Li Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî û serokomariyê yên Hezîrana 2023yan re, kompaniyên lêkolînên civakî bi taybet jî piştî krîza aborî ku rû daye hejmara rapîrsîyên bo hilbijartinên bê zêde kirine.

Di rapirsiya dawî ya Kompanya AREA ya li Tirkiyê de, di rêjeya dengên partiya deshilatdar û partiya sereke ya opozîsyonê CHPê de, guherîneke berçav derketiye holê.

Serokê Kopmanya Lêkolînan AREA Murat Karan, encamên rapirsiya 5 mehên dawî yên îsal eşkere kiriye û gotiye, di vê demê de rêjeya dengên HDP û ÎYÎ Partiyê nehatiye guhertin.

Lê belê ferqa rêjeya dengên AKP û CHPê li gor sala borî kêm bûye û daketiye heta %3yan û rêjeya dengên bê biryar û kesên ku gotine em dengên xwe nadin ti partiyekê jî zêde bûye û gehîştiye %20an.

Li gorê wê rapirsiyê di 5 mehên dawî de rêjeya dengên partiyan wiha ne:

AKP: %30-32

CHP: %27-28

IYI Partî: %15-16

HDP: %11-14

Yên Bêbiryar: %20