Kurtulmus: Ne ji dengên HDPê be nikarin bibin sirîkê pêsbirka hilbijartinê!
PeyamaKurd – Yek ji rêveberê AK Partiyê û namzedê parlamenteriyê Numan Kurtulmuş, li ser piştgiriya HDPê ya bo namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu got ku heger ne ji HDPê bûya qet nikaribûn bi Erdogan re bikevin pêşbirka hilbijartinê.
Kurtulmuş di televizyoneke Tirkiyê de gotiye, "Hevkarîya wan eşkere ye, di tifaqê de di rewşeke veşartî de bûn. Lewra qet pêwîst nake kesî bixapînin. Ger hûn dengên HDPê ji derve bihêlin, erd jî biqelişe ne mimkun bû di vê pêşbirkê de bibin şirîk. Em vê dizanin. HDP jî vê dizane. Rêveberên wê jî dizanin.”
Di dewamê de jî Kurtulmuş balê dikişîne ser girseya HDPê ku li bijarên wekî Wanê beşdarî mîtîngên Kilicdarolu bûye û dibêje; “Her çiqas digotin, em maseya 6 partî ne jî piştî namzediya Kilicdaroglu eşkere bûye, êdî ji bo HDPê jî maseya 6 partî jî ev tifaq hatiye asta ku neyê veşartin. Êdî ev tifaq hîn eşkeretir xuya bû.”
Kurtulmuş li ser piştgiriya HDPê û Qendîlê bo wî jî got: “Zilamek hem demokrat hem jî terorîst nabe. Hem Qendîl hem HDP û hem jî pêkhateyên Ewropayê bi eşkereyî piştevaniya wî dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin