Berteka mexdûrê erdhejê ji Garo Paylan re: Hûn nikarin bibin çopa Diyarbekirê
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê ku yek ji parêzgehên erdhejê ye, dema xebatên li ser yek ji avahiyên hilweşiyayî dewam dikirin, îsyana welatiyan bal kişand. Welatiyê erdhejzediyê bertek nîşanî parlementerê HDPê yê hat herêmê da.
Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Garo Paylan di serdana xwe ya Diyarbekirê de rastî bertekên mexdûrên erdhejê hat.
Kesê ku li Diyarbekirê ji erdhejê rizgar bû got, “Garo Paylan ji bo wêneyan li vir e, bi welatiyan re naaxive. Hûn ê jî bibin parlementerê Diyarbekirê. Hûn nikarin bibin çopa Diyarbekirê. Ez ji 5ê sibê ve li vê derê me, dewlet li min dinêre, te li min nenêrî. Tu hatiyî li vir wêneyan bikşînî. Mêrik li wir dibêje, ev Kurd e. Ez Kurd im, lê ne Kurdperest im, parlementer ji min aciz bûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin