Almanya vîzeyên mexdûrên erdhejê dirêj dike
PeyamaKurd – Dewleta Almanya ragihand ku ew mexdûrên erdhejê yên di wexta erdheja 6 ê sibatê de ku li bakûrê Kurdistanê li Maraşê û 10 bajarên din çêbû, bi vîze çûn Almanya û wexta vîza wan diqede, wê vîza wan heya meha tebaxê ji ber xwe de dirêj bikin.
Wezîra karên hundir ya Almanya Nancy Faeser, ragihand ku di navbera her dû welatan de têkiliyên malbatî hene û her dû teref jî hevkariyeka baş kirine.
Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock got ku piştî erdhejê vîze dane bi hezarî malbatan û li cem mirovên xwe yên Almanya, ne tenê vehewiyane lê destek û teselliyê dîne.
Almanya ji bo mexdûrên erdheja 6 ê sibatê, ji bo 9.500 kesan vîze dabû û ji ber yekkirina malbatan vîze dabû 900 hemwelatiyên Tirkiyê. Ji Sûriyê jî vîze dabûn 200 hemwelatiyên Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin