Almanya bi vîzeya 3 mehan hewl dide mexdûrên erdhejê bigihîne malbatên wan

12 February 2023 14:50 0 dîtin
Almanya bi vîzeya 3 mehan hewl dide mexdûrên erdhejê bigihîne malbatên wan

PeyamaKurd – Almanya hewl dide bi vîzeya demkî mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriyeyê bigihîne malbatên wan ên li Almanyayê bicih bûne.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock, ragihand ku wan ji bo mexdûrên erdhejên Mereşê werin bicihkirin, li Almanyayê hêzeke peywirê damezrandiye û got, “Em hewl didin xizmên malbatên li Almanyayê yên mexdûrên erdhejê ne, bi awayekî demkî bînin cem wan.”

Baerbock da zanîn ku ew ligel Wezareta Navxwe ya Almanyayê xebatan dikin daku bi proseyeke bilez a burokratîk ji bo vîzeyan sivik bikin û bibin alîkar ji bo wan malbatên mexdûrên erdhejê yên bê xanî mane bigihînin cem malbatên wan û xizmeta tedawiyê bidin.

Wezîra Navxwe yê Almanya Nancy Faeser da zanîn ku dê dema vîzeyê ji bo xizmên malbatên Tirkiye û Sûriyê yên mexdûrên erdhejê 3 meh be û dê bilez dest bi dayîna vîzeyan bikin.