Wezîra Almanya Nancy Faeser: Almanya ji bo 9 hezar mexdûrên erdhejê vîze da
PeyamaKurd – Erdheja 6 ê Sibatê ku navenda wê bajarê Maraşê bû û tê de li dora 50 kes mirin, di pêvajoya erdhejê de Almanya vîze da li dora 9 hezar kesî. Hem mexdûrên erdhejê yên ku dixwestin li Almanya li cem mirovên xwe wext derbas bikin, Almanya vîzeya ji bo 3 mehan da li dora 6.500 kesan.
Kesên ji ber erdhejê çûn derveyê welat bêhtir dixwestin herin û Almanya li dora 9 hezar vîzeyî da xelkê erdhejê da wexta xwe li cem mirovên xwe derbas bikin.
Li gor ragihandina grûba medyayê ya bi navê Funke; wezîra karên navxwe ya Almanya Nancy Faeser weha gotiye:
“Em gelek bilez tevgeriyan û me alîkariya mirovî kir. Vîza ji bo 90 rojan ji bo mexdûrên erdhejê li cem mirovên xwe yên li Almanya bimînin, perçeyekî alîkariyê bû. Ji bo wê, me heya niha ji bo hemwelatiyên Tirkiyê 6.500 kes û bi temamî me vîze da 7.652 kesan. Ji hezarî zêdetir vîze me ji bo malabatan bigihînin hev da. Di vê vîzeyê de piranî xelkê Sûriyê jê fêde dîtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin