Wezîra Almanyayê: Rewsa li Xezayê, karesat e!

19 October 2023 16:00 0 dîtin
Wezîra Almanyayê: Rewsa li Xezayê, karesat e!

PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, rewşa mirovî ya bi sed hezaran mirovên bêguneh ên li Xezayê yên di derbarê şerê Îsraîl û Filistînê de wekî "karesat" nirxand.

Annalena Baerbock, beriya sefera xwe ya Urdun û Îsraîlê ku Lubnan jî di nav de bû, ji rojnamevanan re daxuyanî da û got ku

"Rewşa mirovî ya bi sed hezaran mirovên bêguneh li Xezayê karesat e. Li wir kêmasiya her tiştî heye. Pir girîng e ku alîkariyên navneteweyî, xwarin, av û pêdiviyên tenduristiyê bi lez û bez bigihîjin gelê Xezayê." 

Baerbock destnîşan kir ku şer li dijî Hamasê tê kirin, ne li dijî sivîlên Filistînî û got, "Heta niha gelek jin, mêr û zarok mirin. Jixwe hejmareke zêde ya zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê girîng e ku ez bi zelalî ji Filistîniyan re diyar bikim ku em êşa wan jî dibînin." 

Wezîra Alman daxwaza serbestberdana dîlên di destê Hamasê de kir û got, “Ji bo ku ev yek pêk were em ê her tiştî bikin. Ez ê vê gerê bi kar bînim da ku bi her kesê ku kanalên Hamasê hene re biaxivim û bêhtir têkiliyê deynim.”