Macron û Sunak, li ser rewsa Xezayê axivîn

29 October 2023 22:00 0 dîtin
Macron û Sunak, li ser rewsa Xezayê axivîn

PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Sunak, li ser Xezayê axivîn

Li gorî agahiyên ku hatin dayîn, hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak, di pêwendiya telefonî de geşedanên li Xezayê û bandora nakokiyên Îsraîl û Filistînê yên li ser herêmê gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiya Brîtanyayê, di hevdîtinê de li ser biryara artêşa Îsraîlê ya berfirehkirina operasyona leşkerî ya li dijî Xezayê axivîn.

Hat diyarkirin ku herdu rêberan tekezî li ser girîngiya gihîştina alîkariyên mirovî yên bilez ji bo Xezayê kir û hat zanîn ku herdu rêberan li hev kir ku ji bo peydakirina piştevaniya girîng a xwarin, av û derman û mîsogerkirina derxistina biyaniyan a li Xezayê, bi hev re bixebitin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Serokwezîr Sunak û Serokomar Macron hemfikir in ku girîng e paşeroja herêmê ya demdirêj û bi taybetî jî çareseriya du dewletî di rojevê de bimîne."