Kremlîn: Li Xezayê, karesateke mirovî heye, destûra alîkariyê nayê dayîn!

26 October 2023 15:30 0 dîtin
Kremlîn: Li Xezayê, karesateke mirovî heye, destûra alîkariyê nayê dayîn!

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku alîkariya mirovî nikare bigihîje Xezayê û da zanîn ku karesateke mirovî li wê derê tê jiyandin.

Dimitriy Peskov, li paytext Moskowê li ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de daxuyanî da rojnamevanan.

Peskov bal kişand ku alîkariya ku ji bo Xezayê hat şandin destûr nehat dayîn ku bikeve hundir û wiha got: "Tenê destûr dan 20 kamyonên alîkariyê. Ev jî hindik e. Destûr nayê dayîn ku mirov jî derkevin." 

Dimitriy Peskov diyar kir ku rewş di asta karesatê de ye û got, "Li Xezayê karesateke mirovî heye. Pêwîst e alîkariyên mirovî ji bo wê derê bên şandin. Heger operasyona bejahî bê destpêkirin, dibe ku rewş xirabtir bibe." 

Berdevkê Kremlînê bal kişand ser erka Neteweyên Yekbûyî jî û got, "Divê ji bo her kesî agirbest were ragihandin û tenê kiryarên aliyekî nayên şermezarkirin."