Herdu welat, dê alîkariya mirovî bisînin Xezayê

26 October 2023 15:00 0 dîtin
Herdu welat, dê alîkariya mirovî bisînin Xezayê

PeyamaKurd- Hikûmetên Kanada û Awûstralyayê ragihand ku ew ê alîkariyên mirovî bidin Xeza û Şerîeya Rojava ku di bin dorpêça Îsraîlê de ne. 

Hat diyarkirin ku Kanada fonek ji 10 milyon dolar û Awûstralya fonek 15 milyon dolar veqetand da ku bi rêya hevkarên pêbawer ji herêmê re alîkariyên mirovî bên şandin.

Wezîrê Geşepêdana Navneteweyî ya Kanadayê Ehmed Hussen di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku wan ji bo Şerîda Xezayê û Şerîeya Rojava û herêma derdorê 10 milyon dolar fona alîkariya mirovî veqetandiye.

Wezîrê Karên Derve yê Awustralyayê Penny Wong jî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got ku "Awûstralya dê 15 milyon dolar alîkariya mirovî ya zêde ji bo Xeza, Şerîeya Rojava û sivîlên ku ji pevçûnên li vê herêmê zirar dîtine bike."