Ortagus: Em ê 108 mîlyon dolar bo Sûriyê alîkariya mirovî bisînin

03 March 2020 23:47 0 dîtin
Ortagus: Em ê 108 mîlyon dolar bo Sûriyê alîkariya mirovî bisînin

PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus ragihand ku wê bo Sûriyeyiyan 108 mîlyon dolar alîkariya mirovî bişînin. Ortagus peyama xwe bi nivîskî ragihand û got:

“Nunera daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Havgirtî Kelly Craft îro li Tirkiyê wê bo krîza ku li Sûriyê ku ji aliyê rêvebiriya Şamê, Rûsya û Îranê de hatiye çêkirin, wê Amerîka 108 mîlyon dolar li alîkariyên xwe zêde bike.”

Alîkariya ku bê kirin, wê 56 mîlyon dolarê wê ji aliyê wezareta karên derve beşa rêvebiriya nûfûs û koçberan ve bê dayîn. 52 mîlyon dolar jî wê ji aliyê Ajansa Navdewletî ya weberhênanê ya Amerîkayê (USAID) de bê dayîn.

Eger ev alîkarî jî bê kirin, ji roja ku şerê nav Sûriyê destpêkiriye heya niha alîkariya ku Amerîka kiriye dike 10,6 mîlyar dolarî.