Wê Almanya jimara vîzeyan ji bo mexdûrên erdhejê zêde bikin

23 February 2023 01:53 0 dîtin
Wê Almanya jimara vîzeyan ji bo mexdûrên erdhejê zêde bikin

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Almanya bragihand ku ji hefta berê de hêsankirina vîzeyan dewam dike û wê di rojên pêşiya me de jimara vîzeyan zêdetir bibe. Wezareta karên hundir ya Almanya li ser alîkariya erdheja Maraşê ya di 6 ê sibatê de ragihandinan kir.

Li gor wezaretê heya niha Almanya 40 hezar nivîn, 500 çadir, 338 jenerator û 200 cîhazên nefesê şandine. Weke pere jî Almanya heya niha 41 milyon Euro ji bo Tirkiyê û ji bo Sûriyê 67 milyon Euro zêdetir alîkariya pere kiriye.

Almanya ji bo nexweşxanê teklîfê li Tirkiyê kiriye. Nexweşxane dê karibe emeliyat, rontgen, labaratuvar û karên dinan bike. Artêşa Almanya ji bo danîna nexweşxanê dest bi xebatên pêş kiriye û piştî xebatê eger Tirkiye îznê bide, wê ji bo destnîşankirina ciyê nexweşxanê biryar bê dayîn.

Berdevkê wezareta bergiriyê yê Almanya ragihand ku piştî erdhejê balafirên hêzên hewayî yên Almanya 20 car zêdetir seferan kirine û bi sedan ton alav birine Tirkiyê.

Wezareta karên derve ya Almanya ragihand ku heya niha vîze dane 111 mexdûrên erdhejê. Berdevk got ku ji bo vîze bistînin jimara ewraqan daxistine asta herî kêm û ji bo seredanên vîzê bigrin, wezaret otobusekî tahsîs kirine.