Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BFC) li Efrînê li mexdûrên erdhejê gost belav kir
PeyamaKurd – Weqfa Alîkariyê ya Barzanî li rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê ji bo mexdûrên erdhejê ji bo 2 hezar malbatan her malbatekî 2 kîlo goşt li wan belav kir. Weqfa Barzanî (Barzani Charity Foundation-BFC) bi sedema cejna Qurbanê seredana Cinderesa Efrînê kir.
Li ser desteka mexdûrên erdhejê yên Efrînê berpirsê weqfê yê desteka Efrînê û hem endamê rêvebiriya weqfê Rewac Hacî ragihand ku wê destek û projeyên Herêma Kurdistanê dê ji bo Efrînê dewam bikin.
Weqfa Alîkariyê ya Barzanî û dezgeyên mirovî yên Herêma Kurdistanê di erdheja 6 ê sibata 2023an de yekem rêxistin bûn ku destekê gihandin Maraş, Adiyaman, Entab, Urfa, Diyarbekir, Malatya, Efrîn, Adana û Hatayê.
Li gor rêjeyên Weqfê heya niha alîkariyê dane 517 hezar kesî, ji bo Efrînê 23 TIR alîkariyê şandine û li 3.600 malbatan belav kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin