Weqfa Alîkariyê ya Barzanî alîkariya gelek malbatan kir

29 January 2025 13:18 0 dîtin
Weqfa Alîkariyê ya Barzanî alîkariya gelek malbatan kir

PeyamaKurd – Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BCF) alîkariya madî, erzaq û kelûpelan da gelek malbatên destteng ên Kerkûkê.

Weqfa Alîkariyê ya Barzanî di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de îro (29.01.2025) alîkariyên darayî, erzaq û malî pêşkêşî gelek malbatên hewcedar ên Kerkûkê kir.

Rêveberê Ofîsa Weqfê ya Kerkûkê Rêbwar Muhyedîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bilî alîkariyên ku îro hatine belavkirin, tê plankirin ku di meha Remezanê de alîkariyên curbecur jî li malbatên destteng bên belavkirin.

Muhyedîn diyar kir ku bi taybet ji bo meha Remezanê ew plan dikin ku gelek xaniyan ava bikin û eşyayên malê û gelek pêdiviyên din ên malê bigihînin malbatên destteng û diyar kir ku niha ev malbat tên qeydkirin.

Muhyedîn bal kêşa ser hindê ku ew plan dikin ku di meha Remezanê de xwarinên fitarê bidin hemû malbatên rojîgir ên ku derfetên wan ên aborî tune ne û wiha got:

“Meha Remezanê meheke pîroz e, em dixwazin ku di vê meha Remezanê de bi qasî ku ji me biqede alikariyê bi şêniyên Kerkûkê bikin.”