Weqfa Alîkariyê ya Barzanî bo alîkariya Xarpêtê amade ye

26 January 2020 00:28 0 dîtin
Weqfa Alîkariyê ya Barzanî bo alîkariya Xarpêtê amade ye

PeyamaKurd- Bi fermana serok Mesûd Barzanî weqafa Alîkariyê ya Barzanî ragihand ku ew amade ne bo mexdûrên erdheja Xarpêtê alîkariyê bigihînin xelkê mexdûr. Weqfa Barzanî bi sedema wefata mirovên di erdhejê de, bo malbatan sersaxiyê xwest û bo birîndaran şîfayê xwest.

Di beyana weqfê de hat ragihandin ku weqf amade ye di ser rêya Kızılayê an rêxistinên din de amade ye ku hevkariyê bikin û alîkariyê bigihînin xelkê mexdûr yê erdhejê.  Weqf got ku alîkariya bêkirin, belkî piçek birînên malbata derman bike û erdheja sala 2011an ya Wanê bibîrxist Weqfa Barzanî.

Di beyana Weqfa Barzanî de hat ragihandin ku erdheja Wanê de bi fermana Mesûd Barzanî wan 400 heb xaniyên prefabrik şandibûn herêma Wanê ku di xaniyan de her tişt hebûn.