Li deverên erdhejê alîkariya Weqfa Xêrxwaza Barzanî (BCF) dewam dike

01 April 2023 23:19 0 dîtin
Li deverên erdhejê alîkariya Weqfa Xêrxwaza Barzanî (BCF) dewam dike

PeyamaKurd – Weqfa Xêrxwaza Barzanî (BCF) li deverên herêma erdhejê, kesên ku ketine bin bandora erdhejê û mexdûrin, alîkariyê ji wan gihandin 395 hezar malbatan. Rêvebirên BCF ê ragihandine ku rojane li Efrînê xwarinê didin 3,700 malbatan. Li Bakûr jî rojane xwarina germ didin 7 hezar malbatî.

Li Rojava erdheja navenda wê Maraş bû, di encamê de 3.800 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Candayên herî zêde li navça Cindirêsê bû ku 700 kes can dabûn. 267 xanî û avahî hilweşiyabûn û 1.110 xanî û avahî ji erdhejê zerarê dîtin.

Bi çêbûna erdhejê re, rêxistina herî ewilî xwe gihandibû ciyê erdhejê, Weqfa Xêrxwaza Barzanî BCF bû. Ji bilî tîmên rizgarkirinê, tîmên alîkariyê, yên xwarinê belav dikin û her weha 150 excavator şandin herêma erdhejê da enqazan rakin.

Li gor rêjeyên BCF ê; heya niha ji alîkariyê 395.991 malbat fêde dîtiye. Li ser alîkariya niha, endamê rêvebiriya Weqfa Xêrxwaza Barzanî, Recaw Hacî ji bo Rûdawê gotiye li deverên erdhejê alîkariya BCF ê dewam dike û weha gotiye:

“Piştî erdhejê alîkariya me dewam dike. Li Maraşê ji bo 3 hezar û li Diyarbekirê ji bo 2 hezar malbatan em rojane xwarina fetarê didin. Li Hatayê ji bo 2 hezarî xwarina sihorê û fetarê ya germ belav dikin.

Li Rojava ji bo gundên ser sînor alîkariya me dewam dike. Li navça Şerayê me îro ji bo 700 malbatan battaniye, nivîn, kinc û xida belav kir. BCF heya îro li Maraş, Adiyaman, Antep, Ûrfa, Diyarbekir, Malatya, Nusaybin, Adana, Hatay û li Efrinê li gund û navçeyên wê xwarina germ, battaniye, nivîn, ava vexwarinê, xidayên ziwa, alavên tenduristiyê, kinc, kon, pere, potên zarokan, mama, ardûyên hişk weka êzing û komir, ji bo malan pêdiviyên esas û tişnên weka wan me gihande xelkê.”