Parêzgarê Diyarbekirê: Mebesta me jiyandin û pêsxistina Kurdî ye
PeyamaKurd – Parêzgar û wekîlê şaredarê bajarê Diyarbekir ê bakurê Kurdistanê ku wekî qeyûm hatiye erkdarkirin Munîr Karaloglu, di bernameya bi navê ‘Baskên Rojhilatê’ protokola weşana hevpar a berhemên klasîkên Kurdî îmze kir.
Karaloglu di bernameya îmzekirina protokola ligel Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê de ku her sê klasîkên Kurdî yên ‘Dîwana Feqiyê Teyran, Dîwana Melayê Cizîrî û Mem û Zîna Ehmedê Xanî’ hatin pêşandan de, axaftinek kir.
Di bernameya ku li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç hat sazkirin de, Wezîrê Çand û Turîzmê Nurî Ersoy, pêşengeha wêneyan a li ser mijara berhemên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî vekir û piştre jî protokola çapkirina berhemên klasîkên Kurdî hat îmzekirin.
Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu li ser mebesta wan a çapkirina berhemên klasîkên kurdî wiha axivî:
“Mebesta me jiyandin û pêşxistina kurdî ye. Em dixwazin berhemên klasîkên kurdî bigihînin ciwanan û ji bo wan kitêban bixin pirtûkxaneyên xwe hêsankariyê bo wan bikin. Yanî em dixwazin bikaribin bi hêsan xwe bigihînin wan berhemên şexsiyetên mezin ku bi şaristaniya me hatine meyandin û wek mîrate ji me re mane. Înşelah wê bi van çapan re berhemên klasîkên kurdî bikevin pirtûkxaneyên hîn zêdetir kesan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin